Serokkomariya Sûriyeyê li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da

Shara-Abdi-Kongre-Kurd-Yekrezi-info

Serokkomariya Sûriyeyê helwesta xwe li hemberî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Rojavayê Kurdistanê eşkere kir.

Serokkomariya Sûriyeyê diyar kir ku ew daxuyaniyên banga federaliyê dikin li dijî naveroka peymana HSDyê ne.

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê bi serperiştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan doh li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku lihevkirina bi serkirdayetiya HSDyê re hatiye kirin gaveke erênî ye ber bi aramkirinê û vekirina deriyan e ji bo çareseriyeke niştimanî ya giştî.

Serokkomariya Sûriyeyê eşkere kir ku di heman demên dawî de daxuyaniyên ku ji serkirdayetiya HSDyê derketine û bang li federaliyê dikin, rewşeke veqetandî li ser erdê çêdikin, ev bi awayekî zelal li dijî naveroka peymanê ne û gefê li yekîtiya welat û selametiya axa wê dikin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku yekîtiya axa Sûriyeyê xeta sor e û wiha hat gotin:

“Ti hewlên sepandina rewşeke parçekirinê yan jî avakirina saziyên cuda bi navê federalî yan jî rêveberiya xweser bêyî lihevkirina niştimanî ya giştî nayên qebûlkiirn û yekîtiya ax û gelê Sûriyeyê xeta sor e û derbasbûna vê yekê tê wateya derketina ji rêza niştimanî û astengkirina nasnameya hevbeş a Sûriyeyê.”

Serokkomariya Sûriyeyê her wiha eşkere kir ku serkirdayetiya HSDyê nikare bi tenê xwe biryarê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bide, li wê derê pêkhateyên resen ên wekî Ereb, Kurd, Mesîhî û yên din bi hev re dijîn.

Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi peymana Ehmer Şer û Mezlûm Ebdî jî kir û wiha hat gotin:

“Sepandina biryar an dîtina pêkhateyeke tenê û monopolkirina nûnertiya wê tê redkirin, ti aramî yan jî paşeroj bêyî hevkariya rastîn û nûnertiya dadmend a ji bo hemû aliyan çênabe. Bi dilsozî pabendî peymana îmzekirî bin û berjewendiya niştimanî ya bilind di ser berjewendiyên teng an jî yên derve re bigirin. Çareserî li Sûriyeyê tenê Sûriyeya, niştimanî û giştî ye, li ser bingeha daxwaza gel û parastina yekîtiya welat û serweriya wê û redkirina her cure serperiştî yan jî hegemonya derve ye.”