AMÊDÎ – Dronekê êrişî xaleke Pêşmergeyan kir: Birîndar hene

Drone-Peshmarga-net

Dironeke nenas kirî îro li sînorê Amêdiyê êrîşî xaleke hêzên Pêşmergeyan kir, sê Pêşmerge birîndar kirin.

Piştî nîvro îro 28 Nîsana 2025 droneke nenaskirî li gundê Belaveyê yê Amêdiyê xwe li xaleke leşkerî ya Pêşmerge teqand û ji ber vê bûyerê 3 Pêşmerge birîndar bûne.

Hat ragehandin ew xala leşkerî ya nû duh hêzên Pêşmerge ava kiribûn dema ku dronê êriş kir, Pêşmergeyan teqe lê kir lê di nava xala leşkerî de teqiya.”

Rewşa tenduristî ya wan sê Pêşmergeyan baş e û birînên wan sivik in.