Dirona êrîşî Pêşmergey kirî ya PKKê ye û ji Garey rabûye

Çekdarên rêxistina PKKê îro bi balafirên bêmirov êrîşî xaleka hêzên Pêşmergey kir û 3 Pêşmerge birîndar kirin.
Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kirin, îro roja duşemî 28 Nîsana 2025ê çekdarên PKKê bi rîya dironên bombebara kirî, êrîşî xaleka hêzên Pêşmergeyan li gundê Belave yê li gundewarê navçeya Amêdiyê kir û sê Pêşmerge birîndar kirin.
Çavkaniyên me destnîşan kirin, diron ji çiyayê Gare ku çekdarên PKKê lêne rabûye û li nêzîkî gundê Belave li hêzên Pêşmerge daye. Ti agahî jî tuneye ka çima dironê êrîşî hêzên Pêşmerge kiriye.