PKKe: Tirkiyeyê ji bo bicihanîna banga Ocelan ti gavên girîng neavêtine

Desteya Rêveber a PKKê ragihand, piştî banga Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê, desthilatê Tirkiyeyê ti gav neavêtine, lê PKK pabendî banga Ocalan e.
Desteya Rêveber a PKKê îro 28ê Nîsanê bi boneya hatina 1ê Gulanê, Roja Karkeran a Cîhanî peyamek belav kir û tê de got: “Eşkere ye ku aştî bêyî azadî û demokrasiyê nabe. Bêyî aştiya Kurdistanê ne mimkûn e ku li Rojhilata Navîn û cîhanê dawî li pevçûnan bên û aştiyeke rasteqîn pêk were.”
Da xuyakirin; ew çaverê dikin mercên Abdullah Ocalan baş bibin û bi awayekî azad bikare kar bike, da ku pêdiviyên banga 27’ê Sibatê cîbicî bike.
Desteya Rêveber a PKKê diyar kir jî, ligel gêrokirin û operasyonên artêşa Tirkiyeyê, PKK girêdayî daxuyaniya xwe ya Newrozê ye ku pabendbûna xwe bi banga Abdullah Ocalan nîşan dabû.