Nasnameya 2 Gerîlayên mirina wan veşartî aşkerebû

Nasnameya 2 çekdarên din yên PKKê aşkerebû yên ku du 20 rojan berê li herêma Zapê ketbûn ber êrîşan û rêxistinê mirina wan veşartî hiştbû.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro 30 Nîsana 2025ê nasnameya 2 çekdarên xwe yên jin aşkerekir ku li 11 Nîsana îsal li herêma Zapê ya li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.
Navên wan wisaye:
Zehra Seyîtxan ji Mêrsînê.
Sara Kerem ji Salmasê.
PKKê weke tev rêhevalên wan, mirina van çekdarên xwe veşartî hiştiye û îro paş derbasbûna 20 rojan ji nû ve hatiye û dibêje me hevalên xwe yên Apoyî wenda kirin!.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de hatine kuştin û mirina wan heya roja me ya îro veşartî hiştiye, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û mirina wan îlan nebûye.