Berdevkê AK Partiyê: Eger PKK çekan deyne, dê pêngavên nû û erênî werin avêtin

Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Omer Çelîk ragihand, eger proseya çekdanîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biser bikeve û encam bide, dê pêngavên nû û erênî werin avêtin.
Omer Çelîk di daxuyaniyên xwe de amaje kir, ev prose bi destpêşxeriya Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî dest pê kiriye û ji aliyê Serokomar Recep Tayyip Erdogan ve hatiye pêşwazîkirin û piştgirîkirin. Li gorî Çelîk, ev nêzîkatî êdî wekî siyaseteke fermî ya dewletê tê dîtin.
Berdevkê AK Partiyê herwiha diyar kir, armanca Serokomar Erdogan ji vê yekê, parastin û bihêzkirina destkeftiyên Tirkiyeyê ye û ev yek dikare bibe bingehek ji bo avakirina “eniya biratiyê” di navbera gelên herêmê de.
Çelîk destnîşan kir, serkeftina vê proseya çekdanînê dê Tirkiyeyê li hemberî her cure krîzan biparêze û di heman demê de dê rê li ber bikaranîna “hêzên biwekalet” li herêmê bigire û dawî li wan bîne.
Berdevkê AK Partiyê bal kişand ser banga ku ji Îmraliyê ji bo çekdanîn û xwehilweşandina PKKê hatibû kirin û got, ev bang ne tenê ji bo PKKê, lê ji bo hemû komên çekdar û neyasayî ye.
Herwiha Çelîk tekez kir: “Her pêngaveke ber bi çekdanîn û xwehilweşandinê ve, dê bibe zemîn ji bo avêtina pêngavên nû yên erênî.”