Konferansa Yekîtiya Kurdan xelas bû, tekoşîna esas niha dest pê dike

Konferansa Yekîtiya Kurdan ku di 26ê Nîsanê de li Qamişlo pêkhat, gavek bû ku gelê Kurd demekî dorêj li benda wê bû. Ev yekîtî tenê bi îmzeyan û bi civîna çênabe, dibê li qadên civakî, siyasî, dîblomasî û di medyayê de pêk bê, yanî konferans destpêka rêyê ye, rêyeke dirêj heye, û nakokî hêjan jî xelas nebûye, kurdan bi şahiyekê ev konferans pêşwazî kirin, lê belê hêjan jî bi guman in. Û ev guman jî bê esas nîne, pêwîst bû ku civîna mutabeqeta Hewlêrê ku bi destpêşxeriya Serok Barzanî di 11ê Temoza 2012ê çêbû gerek dest pê bikira, lê direng hiştina 13 salan heye, ev hêz û ramanên ku rê neda mutabeqeta Hewlêrê berev yekîtiyekê ve biçe hêşta jî zîndiye û li meydanê ye.

Heqîqet di tefruatan de diyare, nedana daxuyaniyê ji aliyê Salih Muslim bo peyamnêra Rûdawê wek teferuat jî diyar be, lê îşaretê bi heqîqetê dike. Eger telefizyonekî HTŞê yan jî hetta TRT kurdî mayka xwe dirêjî Salih Muslim bikira ewê biaxiva. Salih Muslim ne tenê keseke, nûnerê rêveberiyekê ye. Û ev kesê ku li ser masê Yekîtiyê ligel aliyekê rûne, heqê wî nîne bi kibrekî û helwestekî şexsî aliyekî kurdî red bike.

Heman demê de cî dayîna bi “Ciwanên Şoreşger” ku ofîsên PDK-Sê û ENKS’ê şewitandin, li rêza pêşîn a pirotokolê helwestekî provaktîv bû. Zindî kirina birînên kevin bû. Ev helwestên bê berpirsatî nîşaneya wê yekê ye ku hemû alî dibê hestê xwe û fikirê xwe hêjan di gelek safûkan re derbas bikin.

Hevdîtinên Yekîtiyê yên Rojava ne ji boy Şad kirina xelkê çêbûn. Ev yekîtî ji boy avakirina eniyeke kurdî hat çêkirin. Divê hemû alî xwe bi vê Yekîtiyê ve bigirin û vê yekîtiyê bilind bikin.

Helwesta PKK’ê ji boy Yekîtiya Rojava heta niha têkder e, PKK’e divê siyaseta xwe ya PKK’ekirina Rojava, û destwerdana li Rojava deyne kêlekekî. Helwestên Serok Barzanî di mijara Rojava de helwesteke pozetîv û avaker bû. Ji ber vê rastiyê Mezlûm Ebdî di destpêka konferansê de spasiya Serok Barzanî kir, sererayî ku PKK’ê Rojava kiribû navenda siyaseta dijî Barzanî, lê Serok Barzanî ev nekir kînekî şexsî. Tiştê hatî kirin ji nedîtî ve hat li Kobanê, li Efrîn, li Serê Kaniyê û kî demê Rojava ket nava tengasiyê de piştgiriya wan kir. Serok Barzanî tolhildan na, belku hêvî li Rojava çêkir.

Serok Barzanî mîmarê Yekîtiya Rojava ye, lê ev yek bêy ku destwerdanê bike çêbûye. PKK’e jî mecbûre sibe were ser vê xetê û nikare Rojava bike qada xwe ya rêxistinî, rêveberên PYD’ê ku berê PKK’e bûn mecbûrin hemû cureyên destwerdan û helwestên provakatîv yên dijî Yekîtiya gelê kurd bloke bikin, rêveberên PYD’ê berpirsin ku wê têgehê deynin ku kurd pirsigirêkên xwe ne bi dijminatî belku di sînora reqabeta guncaw de çareser bikin, ji ber vê yekê jî serî de Mezlûm Ebdî û tevaya kadroyên PYD’ê yên ku berê PKK’e bûn pêşeroja Rojava û kurdan ji xwe re bikin rehber. Azadiya Rojava hedefa stratejîk ya hemû Kurdane, dibê hemû dûrberên siyasî û destpêkê jî yên Rojava li vê mîsyonê xwedî derkev, azadiya Rojava û çarenûsa wê ji çarenûsa partiyan û îdolojiyan mezintir e.