Sirri Sureyya Onder di temenê 62 Saliya xwe de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

Cîgirê serokê parlementoyê û endamê şanda Îmraliyê ya ji Partiya demê Sirri Sureyya Onder ku ji ber nexweşiya dil rakiribûn nexweşxaneyê û piştî emeliyatê 18 roj bûn li beşa lênêrîna giran dihat dermankirin, koça dawî kir.
Sirir Sureyya Onder 15’ê Nîsanê ji ber krîza dil ji boy nexweşxaneyê hatibû şandin û piştre li beşa razandinêya lezgîna nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniya nexweşxaneya Floransa Nightingale ku Sirri Sureyya Onder lê jiyana xwe ji dest da, hat gotin, “Sirri Sureyya Onder li beşa unîteya lezgîn dema dihat şopandin di roja 18’an de ji ber piranî nexebtîna lebetan 3/5/2025’an saet 16:10’ê jiyana xwe ji dest da. Di serî de ji malbatê û hemû heskiriyên wî re sersaxiyê dixwazin.