Eskerekî Tirk li Xakurkê hate kuştin

Turkey-1-Esker-info

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyeyê ragihand, eskerekê wan ku li Herêma Kurdistanê birîndar bûbû, îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyeyê îro roja yekşemî 4 Gulana 2025ê ragihand eskerekê wan yê bi navê Onder Ozen ku li çiyayê Xakurkê yê li Herêma Kurdistanê di çalakîya li dijî rêxistna PKKê de birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku lê dihat tedawî kirin, jiyana xwe ji dest da.

Wezaretê destnîşan kir, eskerê wan bi sedema teqîna bombekê birîndar bûbû.

Tevî hewlên pêvajoya aştiyê û agirbesta tekalî ya rêxistina PKKê, lêbelê hêjan jî êrîşên dewleta Tirk yên li Herêma Kurdistanê li dijî rêxistinê dewam dikin, PKKe jî radgihîne ku ew carna bersiva êrîşan didin.