PKKê mirina van Gerîlayan 2 salan li malbatên wan veşartibû

Nasnameya 3 çekdarên din yên PKKê aşkerebû yên ku du salan berê li devera Zapê ketbûn ber êrîşan û rêxistinê mirna wan veşartî hiştbû.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh 5 Gulana 2025ê nasnameya 3 çekdarên xwe aşkere kir ku li meha Hezirana sala 2023ê li devera Zapê ya li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.
Navên wan wisaye:
Vedat Îsmet ji Şirnexê.
Ozkan Bahattîn ji Agirî.
Abdulhalim Eyup ji Wanê.
PKKê weke tev rêhevalên wan, mirina van çekdarên xwe jî ev du sal in veşartî hiştiye û îro ji nû ve hatiye û dibêje me hevalên xwe yên Apoyî wenda kirin!.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de hatine kuştin û mirina wan heya roja me ya îro veşartî hiştiye, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û mirina wan îlan nebûye.