Erdogan: Îro be an sibe PKK dê her çekên xwe dane

Erdogan: Îro be an sibe PKK dê her çekên xwe dane

Erdogan tekez dike, “Îro be an sibe, PKK dê her çekên xwe dane.” Herwesa dibêje, “Dibe ku hin kes hebin feydeyî ji ji têkdana pêvajoya aştiyê werbigirin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Pêncşem, 08.05.2025) pêşwaziya hejmareke perlemanterên AK Partiyê û wezîrên kabîneya xwe kir.

Li dû zanyarên medyayên Tirkiyeyê, Erdogan di çarçoveya wê hevdîtinê de ragehandiye ku, ji hemî astengan derbaz bûye, îro be an sibe PKK dê her çekên xwe dane û rêkxistina xwe hildiweşîne.

Erdogan amaje jî daye, “Piştî nemana PKKê, pêvajoyeke nû, serdemeke nû ji bo me tevan dest pê dike û meydana siyasî jî dê rolekî mezin di pêvajoyê de hebe.” Herwesa Erdogan haydarî jî daye ku, divê ew pêvajo baş bê birêvebirin.

Navbirî ron jî kir, “Dibe ku hin kes hebin feydeyî ji têkdana pêvajoya aştiyê werbigirin û divê em ji bo wê yekê amade bin.” Herwesa ragehand, “Pêvajoyeke hêsan çaverê nake û bawerî bi karkirina endamên xwe ji bo serkeftina wê pêvajoyê heye.”

Herwesa wekî tekezkirinek ji bo gotinên Erdogan, Berdevkê Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê (AK Partiyê) Omer Çelîk di nûtirîn daxuyaniya xwe de ragehandiye, “Erdogan bang li endamên AKPê kir ku li hember pêvajoya Tirkiyeya bêteror hesas bin û ji nêz ve bişopînin û piştevaniya wê bikin.”

Berdevkê AK Partiyê herwesa got, “Ew pêvajo ji hemî aliyên wê ve tê çavdêrîkirin. Ev pêvajo siyaseta dewletê ye. Divê bi zûtirîn dem PKK û tayên wê çekên xwe danin û xwe hilweşînin.”

Omer Çelîk amaje jî da, “Her gaveke berbiçav a ber bi bidawîanîna terorê û jiholêrakirina PKKê ve dê gavên erênî yên nû bi xwe re bîne. Di hevdîtina Serokkomar û Bahçeli de, behsa pêvajoya Tirkiyeya bêteror hatiye kirin.”