Darka Mazî navên 4 çekdarên PKKê eşkere dike ku heyanî niha kuştina wan nehatiye ragihandin

Çima dewleta Tirk xwest niha PKK’e çek deyne?

Roj naçe navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPGê navên hin ji keç û kurên kurd eşkere neke ku di şerê bi Tirkiyê re ew bi kuştin dane, lê rexmî vê yekê PKKe navê hejmareke herî zêde jî vedişêre û bi tu awa mirina wan ranagehîne, ev yek jî şikestina PKKê di vî şerê sexte de nîşan dide.

Darka Mazî ji çavkaniyên xwe yên taybet li başûrê Kurdistanê navên 4 gerîlayên PKKê bi dest xistine ku di destpêka sala 2005an de, bi sedema êrîşên hewayî yên balefirên Tirkiyê li çiyayê Gare û Pîrs yên li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, lê belê heya niha PKKê navên wan eşkere nekirine û malbatên van ciwanan jî ji çarenivîsa wan bê xeberin.

Navên gerîlayên PKKê yên ku di d êrîşên balafrên şer yên dewleta tirkyê de canê xwe ji dest dane evin:

  1. Agir, di 3/1/2025an de li qada bi navê “Şehîd Denîz” li çiyayê Gare bûye hedefa balafirên dewleta Tirkiyeyê û canê xwe ji dest daye.

  2. Zagros Efrîn, ji şêniyên bajarê Efrînê yê Rojava Kurdistanê ye, di 3/1/2025an de li qada bi navê “Şehîd Denîz” li Çiyayê Gare bûye hedefa balafirên dewleta Tirkiyeyê û canê xwe ji dest daye.

  3. Tolhildan Efrîn, 30 salî, ji şêniyên bajarê Efrînê yê Rojava Kurdistanê ye, di 3/1/2025an de li qada bi navê “Şehîd Denîz” li çiyayê Gare bûye hedefa balafirên dewleta Tirkiyeyê û canê xwe ji dest daye.

  4. Delîl Rojhilat, 35 salî, ji şêniyên Rojhilatê Kurdistanê ye, di 26/2/2025an de li çiyayê Pîris bûye hedefa balafirên dewleta Tirkiyeyê û canê xwe ji dest daye.

li gor çavdêran, PKKe ji boy nixumandina şikestina xwe ya li hember Tirkiyê û bi kuştin dana zêdetir ya keç û kurên kurd van wendahiyan vedişêre û dem bi dem navên hejmareke herî kêm ji wan eşkere dike û bazarek siyasî bi xwîna wan dike, û di çapemeniya xwe de dike amûrên propagandaya ji boy partiyê û Evdilla Ocalan.