Çima dewleta Tirk xwest niha PKK’e çek deyne?

Sîyasetmedarê herî netewperest û Tirk perest Dewlet Baxçelî di 22î Cotmeha 2024an de got, “bila tecrîda li ser Ocalan rabe û bila rêxistina xwe fesix bike.” ev pêvajoya ku bi van gotinan dest pê kir di nava 7 mehan de bi lez û bez pêş ket, Ocalan di 27ê Sibatê de bang li rêxistina xwe kir û got, bila xwe fesix bike, PKK’ê jî di 8ê Gulanê de lidarxistina kongreya xwe eşkere kir, wiha diyare ku di van rojên pêşiya me de wê naveroka mijara çek danînê dest pê bike.

Her kes difikire ka çima piştî 52 salan niha PKK’e xwe fesix dike? Çima dewleta tirk niha ev pêvajo dest pê kir?

Piştî ku Hemasê di 7î Cotmehê de êrîşa “Tofana Aqsa” li ser Îsraîlê encam day, di Rojhilata Navîn de rewşeke nû derket holê. Îsraîl û hevalbendên wê ji boy sînorên rojhilata navîn biguherînin pêngavek da destpêkirin û di Rojhilata Navîn de paqij kirina rê ji aliyê Îsraîlê ve destpêkir. Derbên kojek li Hemasê dan û rejîma Esed hilweşand. Û destê Îranê ji gelek erdan hat dûrxistin, hinek derdor dibêjin ku Îsraîl projeya xwe ya dîrokî ya “Korîdora Dawid” dixwaze bike di meriyetê de.

Korîdora Dawid projeyeke ku ji Girê Gulanê ber bi Başûrê Sûriyê û heta rûbarê Firatê avakirina Korîdoreke bejahîye. Korîdora Dawid ji erdê Kurdistanê re derbas dibe, heman demê ev korîdor guhertina sînoran dike armanc, ji ber wê yekê jî hem hêzên ku dixwazin sînor biguherin û heman dem yên ku naxwazin sînor biguherin, dixwazin kontrola xwe li ser kurdan çêkin, ji ber vê yekê hemû alî dixwazin bi kurdan re îtîfaqeke leşkerî, siyasî û aborî çêbikin.

PKK’e di 41 salan de bi gotinên, “Rola Zorê, Şerê Gerîla, Şerê Rewa” û gelek têgehên din yên cur bi cur çek di destê xwe de girt û got ez bi vî çekî kurda diparêzim û tam wexta ku di Rojhilata navîn de her kes çek hildigire behsa çek danînê kir.

Pêvajoya çek danîn û fesix kirina PKK’ê, ne projeyeke Îsraîlê bû, projeya wan bû ku nedixwestin statû û sînor bên guhertin. Gelek îspat hene ku di nava vê bernameyê de Îngiltera heye, Îngiltera rêgire ku Îsraîl li gor berjewendiya xwe sînoran biguherîne, ew vî tiştî bi xwe eşkere nake, Îngiltera dixwaze li ser Tirkiye û Îraqê projeya Îsraîlê bloke bike, ji ber vê yekê jî hêdî hêdî vegeriya ser erdê Îraqê, di milekî de ji boy nefta Kerkûkê bi şîrketa Birîtîş Petrol re hevpeymaniyek çêkir, di 14/1 de serok wezîrê Îngiltera Keir Starmer û Serokwezîrê Îraqê li London hevpeymaniyeke mezin îmze kirin, û Îngiltera xwest vegere Îraqê û bi hêza xwe ya leşkerî li Geyareyê bi cî bibe.

Îngiltera bi Tirkiyeyê re jî ji boy çek danîna PKK’ê weke şêwirmendekî kar kir, em dizanin ku serokê îstixbarata Îngiltera MI6 Richard Moor li payiza derbasbûyî hinek serdanên veşartî kirin. Wî stratejiyek ji Tirkan re pêşniyar kir, “Hûn PKK’ê bê çek nekin û meseleyê kurdan di sînorê xwe de pasîfîze nekin, hûnê nekarin sînorên xwe biparêzin.” û li ser vê stratejiyê di nava Tirkiyeyê de ket nava hereketê de, û ji boy pasîfîzekirina kurdan bi “Mitabeqeta Ahlat” re ev erk dan Dewlet Baxçelî ku kesê herî netewperest yê Tirkiyeyê ye. Yanî ev pêvajoya di navbera Baxçelî, Erdogan û Ocalan de hatî encam dayîn beşek ji stratejiya bêy statû hiştina kurda ye.

Heger ev şert û merc çênebûna dewleta Tirk tu carî PKK’e jinav nedibir, Ocalan di salên 90an de li Şamê bi Şêwirmendê leşkerî ê Tirkan re di heman şuqeyê de dima. Dewleta Tirk tu carî jiyana wî nekir hedef. Ji ber ku pêwîstiya wê bi Ocalan hebû. Dewleta Tirk 50 sale bi hinceta hebûna PKK’ê civaka xwe zindî hiştîye û ji bo mudaxeleyên leşkerî di Rojhilata Navîn de meşrûîyetek bi dest xist. Heger hebûna PKK’ê nebûya, ji salên 90î heyanî niha nikarîbû di Başûrê Kurdistanê de ji xwe re xalên leşkerî çêke û dagirkariya Efrîn û Serê Kaniyê encam nedida. Dewleta Tirk di Tirk kirina mejîkê kurdên Bakur de jî ji Ocalan îstîfadeyeke mezin kir. Ocalan ji boy dewleta Tirk mirîşkek bû ku hêkên zêrî dikirin. Piştî salên 2000an jî PKK’e li gor stratejiya dewleta Tirk hat birêvebirin. Dema agirbest ji boy Tirka pêwîst, agirbest ragihand, dema şer jî pêwîst şer dikir û niha jî berjewendiya Tirkiyê di fesix kirina PKK’ê deye loma PKK’e xwe fesix dike. Ev yek hemû nîşanî me didin ku çek danîn û fesix kirina PKK’ê ne ji boy çareserkirina pirsa kurd di nava sînorên Tirkiyeyê de ye, armanc ji boy parastina sînorên Tirkiyeyê û bê statû hiştina Kurda ye, dewleta tirk erk dide PKK’ê û Ocalan ku vê carê jî kurda bêy çek manîpule bikin.

Pustên heman beş