Berpirsekî din ê DEM Partiyê koça dawiyê kir

Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Êlihê Mustefa Mesut Takik, duh ji ber krîza dil koça dawiyê kir.
DEM Partiyê di daxuyaniyekê de got, Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Êlihê Mustefa Mesut Takik, derengiya şeva borî ji ber krîza dil koça dawiyê kir.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin: Tekik piştî krîza dil ji bo Nexweşxaneya Siam Ersak a li Stenbolê hate birin, lê tevî hewldanên bijîşkan jî nekarî bê rizgarkirin.
DEM Partiyê diyar kir jî, Mustafa Mesut Takik di tevahiya jiyana xwe de kar ji bo wekhevî, azadî û dadperweriyê kiriye, ji bo partiya xwe û ji bo gelê xwe hevalekî pir hêja bû.