Dewleta Tirk êrîşên xwe 78% li ser herêma Kurdistanê zêdekirine

CPT-info

Artêşa Tirkiyeyê di meha Nîsanê de êrîşên asmanî bi balafirên şer, helîkopter û dironan bi rêjeya 78% li herêma kurdistanê zêde kirine.

Tîmên avakirina aştiya civakî (CPT) rapora xwe ya meha Nîsanê ya derbarê êrîşên Tirkiyeyê li ser herêma Kurdistanê weşand û tê de hatiye ku: Bi himber kirin li gel êrîşên meha Adara îsal 2025ê, êrîşên dewleta Tirk bi rêjeya 78% zêdebûne.

Di raporê de her wiha hatiye gotin ku di meha Nîsanê de ji aliyê Tirkiyeyê ve bi giştî 210 êrîş pêk hatine, ji wan 91 êrîş li sînorê parêzgeha Dihokê hatine encam dayîn.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja yekşemî 4 Gulana 2025ê amarên şer yên meha Nîsanê aşkere kirbûn û got ku di vê mehê de, êrîşên dewleta Tirk bê navber dewam kirbûn. HPGê diyar kir, di vê mehê de 90 êrîşên asmanî hatine encam dayîn, 4 Gêrîlayan jiyana xwe ji dest da ne û leşkerekî Tirk hatiye kuştin.