Hêzên Îranê ciwanekî din yê Kurd qetilkirin

arman-alizade-info

Hêzên rejîma Îranê li bajarê Merîwanê yê Rojhilata Kurdistanê, ciwanekî Kurd ku karê kolberiyê dikir, qetilkirin.

Pêgeha KolbarNews ragehand, doh li gundê Dûplûre yê herêma Serşîwê yê bajarê Merîwanê, kolberê Kurd yê bi navê Arman Elîzade yê 31 salî ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin.

Hat ragehandin Arman Elîzade ji gundê Gogce yê bajarê Merîwanê yê Rojhilata Kurdistanê bû, Arman zewcî û bavê 2 zarokan bû.