Di dema xwehilweşandinê de jî PKKê jehra xwe avêt PDKê

kongreya-12-PKK-PDK-Net

Rêxistina PKKê di ragehandina encamnameya kongreya hilweşandina xwe de jî êrîşî PDKê kir û got: “Kongreya me li jêr dorpêça PDKê birêveçû”, PKKê di nefesa xwe ya dawîn de jî xwest PDKê reş bike û rûyê Tirkan sipî bike.

Encamnameya dawî ya kongreya hilweşandina PKKê ku demek dirêj bû dihat çaverêkirin were ragihandin, îro roja duşemî 12 Gulana 2025ê hate ragihandin.

Daxuyaniya 12mîn kongreya awarte ya PKKê pir nakok bû û gelek mijar hebûn ku hewce bû Kurd bi berferehî nîqaşê li ser bikin. Yek ji wan tiştên herî berbiçav ew bû ku PKKê di kongreya hilweşandina xwe de jî navê PDKê anî, êrîşî wê kir û bi zimanekî nebaş bi nav kir.

Di daxuyaniya dawî ya kongreya PKKê de wiha hat gotin: “Tevî şert û mercên dijwar yên ku şer û pevçûn berdewam dikirin, êrîşên hewayî û bejahî, dorpêça li ser deverên me û dorpêça PDKê, kongreya me bi ewlehî hate lidarxistin”.

Di roja ku PKKê kongreya xwe lidardixist, dewleta Tirk êrîşên pejahî û hewayî li herêmên PKKê encam didan, li şûna PKKe dewleta Tirk di kongreya xwe de şermezar bike, ew hat û êrîşî PDKê kir û agahiyên derew parve kirin.

Ev yêk ne tenê ji bo têghîştina helwesta berê ya PKKê girînge, lê di heman demê de ji bo têghîştina helwesta wê ya paşerojê jî pir girînge. PKKê di kongreya xwe de xwest PDKê bike hedef nek dewleta Tirk.

Her wiha, çavkaniyên PKKê dibêjin ku kongreya PKKê bi piştrastî û agahdariya dewleta Tirkiyeyê hatiye lidarxistin û Ocalan bi rêya vîdyoyê beşdarî kongreyê bûye.

 Bi rastî, di daxuyaniya kongreyê de bi taybetî hate tekez kirin ku Ocalan amadekariyên kongreyê “dimeşandin”. Her wiha, çavkaniyên herêmî dibêjin ku PDKe dorpêçê li ser PKKê ferz nake û berevajî vê, PKKê gelek hêsankarî ji bo hatin û çûna kuryeyan ji bo pêvajoyê ji PDKê wergirtine.

Pustên heman beş