Îran: Biryara PKKê bo nehêlana tundûtîjiyê gaveke girîng e

Îran: Biryara PKKê bo nehêlana tundûtîjiyê gaveke girîng e

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê pêşwaziya biryara PKKê kir û ragehand, “Ev ji bo nehêlana tundûtîjiyê û seqamgiriya ewlehiya deverê gaveke girîng e.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro (Sêşem, 13.05.2025) ragehand, “Em pêşwaziya biryara PKKê ji bo xwehilweşandin û çekdananê dikin. Ev ji bo nehêlana tundûtîjiyê û seqamgiriya ewlehiya deverê gaveke girîng e.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê her wiha hêvî jî kir ku, encama vê pêvajoyê bibe sedema zêdetir aramî û aştiyê li Tirkiyeyê.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li roja Duşemê (12.05.2025) di ragehandinekê de encamê kongireya xwe ya 12ê ragehand, ku di navbera 5 heta 7ê vê mehê de li jêr ronahiya banga Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan hat lidarxistin.

PKKê di ragehandina xwe de amaje jî daye, “Xebata PKKê siyaseta înkar û wêrankirinê ya li dijî gelê me nehêlaye, pirsa Kurdan bi rêya siyaseta demokrasî gehandiye xala çarekirinê û ji vî alî ve  PKKê erkê xwe yê dîrokî temam kiriye. Li ser vê bingehê, Kongireya 12ê ya PKKê bi merema bicihanîn û birêvebirina piroseya kiryarkî li jêr serkirdetiya Rêber Apo (Ebdila Ocalan), biryara helweşandina heykelê rêkxistinî yê PKKê û bidawîanîna awayê xebata çekdariyê da, herwesa ew çalakî jî bidawî anîn ên ku bi navê PKKê tên kirin.”

Pustên heman beş