Derew û îftîra… Çekê bê dawî yê PKK’ê!

Derew û îftîra... Çekê bê dawî yê PKK’ê!

Memed Mêrdînî

Kongreya 12emîn ya PKK’ê ku bi banga Ocalan di çarçoveya pêvajoya “Tirkiyeya bê teror” ku Dewlet Baxçelî daye destpêkirin, hat lidarxistin, di kongreya xwe de PKK’ê ragihand ku ew dev ji xebata leşkerî ber didin û ji virr pê de nabe ti kes û rêxistin di bin navê wan de çek hilgirin û şer bikin, ev yek li ber çavên gel hat kirin, ev helwesta PKK’ê bi zelalî her kesê mêze kir û bi çavê serê xwe dît, lê belê PKK’e bêy ku şerm û fedî bike bi rêya trolên xwe yên sosyal medyayê dixwaze dîsa bi derew û îftîra kurdan bixapîne û vê şikestina xwe jî weke destkeftek dîrok bi gel bide bawerkirin.

Belê, di kongreya 12emîn ya PKK’ê de ev sê biryar bi awayekî zelal hatin girtin û PKK’ê bi xwe di daxuyaniya dawî ya kongreyê de eşkere kir û got, “kongreyê biryar stend ku PKK’ê were hilweşandin û rêbaza têkoşîna çekdarî bi dawî bibe. Pêvajoya pratîkî ji hêla rêber Apo ve were birêvebirin û meşandin. Bi vî awayî xebata ku di bin navê PKK’ê de dihat meşandin bi dawî bibe.” lê belê dîsa jî PKK’e dixwaze bi derew û îftîrayan gelê kurd bi giştî û alîgirên xwe bi taybet di sosyal medyayê de bixapîne û wisa bi wan bide bawerkirin ku ev pêvajo ji derveyî hez û xwasteka Ocalan tê birêvebirin û Ocalan naxwaze çek bên danîn…! Loma bi parvekirina derewan lîstkek pîs û gemar dimeşîne û dixwaze dîsa rûyê reşê yê xîyaneta rêberê xwe veşêrin.

Piştî eşkerekirina daxuyaniya dawî ya kongreyê, PKK’ê bi awayekî sîstematîk bi rêya trolên xwe yên sosyal medyayê dest bi kampanya yek derewan yên weke, “Ocalan dibêje, ger carekî bi navê min daxwaza dev ji çekan berdanê hat kirin, wê demê bizanibin ew ne ezim, Rojhilata Navîn sifreya Gûrane û ger tu Gûr nebî ciyê te li ser wê sifreyê nake, ger zilamên kurd jî dev ji çek berdin nabe jinên kurd dev ji çek berdin û ji çiyê bên xwar…. hwd” kiriye. Yê ku PKK’ê nas bike dizane ku ev ne yekemcare PKK’e dixwaze bi van derewan rûyên reş yên xwe û rêberê xwe spî bike, PKK’e êdî gihiştiye wê baweriyê ku dawiya wê hatiye, rexmê vê yekê dîsa jî dixwaze kurdan bixapîne û xwe weke partiyeke Kurdistanî û rêberê xwe jî weke rêberek kurd Bide bawerkirin.

Welatparêzî û netewîbûn ne tişteke bi derewan were îspatkirin, welatparêzî bi kar û helwesta kes û aliyan ve girêdayî ye, ti kes û aliyek nikare îxanetê bike, di heman dem de îxaneta xwe di bin perdeya derewan de veşîre, çi dibe bila bibe derew her tim wê îfşa bibin, îro bi pêvajoya ku di bin navê “pêvajoya çareseriyê yan Tirkiyeya bê teror” tê meşandin de, êdî rûyê rast yê PKK’ê ku derbirînê ji xîyanetek 52 salî dike bêtir ji her demê îfşa bûye û bi derewan nayê veşartin.

Di dema vegerîna Ocalan bo Tirkiyeyê di sala 1999an de, hêjan dema di balafirê de ragihand, “dayika min jî Tirk e, ger derfet bi min were dayîn ezê xizmeta dewleta xwe “Tirkiyeyê” bikim û hwd”, her wiha dema vîdeoyên Ocalan yên li Îmraliyê ku bi awayekî nihênî ji aliyê berpirsekî MÎTê ve hatibû kişandin dema digo, “alîkariya min bikin ji boy ku Hewlêrê dagîr bikin, Barzanî dixwaze Îsraîleke duyemîn li navçeyê ava bike û hwd..” hatîn parvekirin, wê demê PKK’ê propagandayek wisa parve kir ku ev vîdeo montajin û Ocalan tiştek bi vî awa negotiye, wê demê ger kesek hebûya bahwer ji vê propagandaya PKK’ê bike pir ecêb nebû, lê tu di sala 2025an da bijî û heyanî niha nekarî derewan ji rastiyan cuda bikî û PKK’e bikare di vê demê de jî bi derew û îftrayan mejîkê te şûlî bike û tiştê ku dixwaze bi te bide bawer kirin bi rastî jî pir ecêbe.

Bi destpêkirina vê pêvajoyê, Ocalan çendîn caran daxuyanî dan, heyanî niha jî berpirs û rayedarên dem Partiyê û PKK’ê jî dibêjin, em li gor daxuyanî û biryarên rêber Ocalan tev digerin, lê dîsa jî PKK’e dixwaze kurdan manîpule bike û bi hin derewên di sosyal medyayê de dîsa îxaneta xwe û rêberê xwe veşêre.

Divê kurd êdî ji van derew û lîstikên qirêj yên PKK’ê re bibêjin, êdî bes e, heyanî virr û nema êdî em bawer ji van derewên we bikin. Divê kurd êdî bawer ji PKK’ê nekin û her kes qebûl bike ku PKK’e ne partiyeke Kurdistanî ye û ji boy wendakirina kurdan ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye damezrandin.

Belê, PKK’ê biryar girtiye dev ji çekan berde, lê ti carî PKK’e nikare dest ji çekê xwe yê bingehîn anku “derew, îftîra û bêbextiyê…” berde, ji ber ku li ser esasê derewan hatiye damezrandin, û weke bav û kalên kurdan digo, “giya li ser rehûrîşalên xwe şîn dibe”, rehurîşalên PKK’ê jî derew in, loma her tim li ser derewan jiyan dike.

Pustên heman beş