Fuad Hisên: Îraq, Herêma Kurdistanê û Tirkiye li ser biryara PKKê hevahengiyê dikin

Wezîrê Derve yê Îraqê amajeyê dide hevahengiya navbera Îraq, Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê li ser biryara PKKê ya ji bo xwehilweşandin û çekdananê.

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên îro (Çarşem, 14ê Gulana 2025ê) di konfranseke rojnamevanî de tekez kir ku, Îraq pêşwaziya biryara Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo xwehilweşandin û çekdananê dike.

Fuad Hisên eşkere jî kir ku, Îraq, Herêma Kurdistanê û Tirkiye ji bo serederîkirina bi biryara PKKê  re hevahengiyê dikin û ji bo vê armancê jî çend fikir hene.

Wezîrê Derve yê Îraqê hêvî jî kir ku biryara PKKê bibe gavek ber bi aştî û aramiyê ve, li Tirkiye û tevahiya herêmê.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pêr (Duşem, 12ê Gulana 2025ê) encamên kongreya xwe ya 12ê eşkere kirin û ragehand ku li ser banga Ocalan, PKKê biryar da ku avahiya xwe ya rêxistinî hilweşîne û têkoşîna çekdarî bi dawî bike.

Pustên heman beş