Berdevkê Pêwendiyên Derve yê KCKê Zagros Hîwa dibêje: “PKKyê biryara danîna çekan nedaye.”
PKKê 12ê Gulanê biryarên kongreya 12an eşkere kir û da xûyakirin ku, wan biryara daye ku ji dev çekan berdin û hêdî bi tu awayî li ser navê PKKê xebat neyê kirin yanî biryara fesihkirina PKKê da.
Piştî eşkerekirina biryarên kongreya PKKê, gotubêjan li ser awayê devjêberdan çekan û radestkirina çekan hatin kirin û medya Tirkî de behsa rojj û qadên ku çekdarên PKKê çekên xwe di çavderiya rayadarên Tirkiye de radest bikin hate kirin.
Berdevkê Pêwendiyên Derve yê KCKê Zagros Hîwa li ser mijarê ji Stêrk TVyê re axivî.
“Kesî behsa danîn û radestkirina çekan nekiriye”
Zagros Hîwa got ku di Kongreya PKKyê de biryara dawîanîna şerê çekdarî hatiye dayîn, ne biryara danîna çekan hatiye danîn. ne.
Hîn pêvajoya bi navê aştiyê dest pê nekiriye çimkî her du alî li ser navê pêvajoyê li hev nakin.”
Zagros Hîwa li ser mijarê got: “Hîn şikeft û tunêlên berxwedanê li Zap û Metînayê ji aliyê PDK û dewleta Tirkiyeyê ve hatine dorpêçkirin.
Navbera hêzên gerîla û leşkerên dagirker ên Tirk 50 metre, 100 metre ye. Di rewşeke wiha de çawa dibe ku mirov çekan deyne?
Berî ku behsa danîna çekan were kirin, pêwîst e li ser vekişîna artêşa dagirker a Tirk ji axa Başûrê Kurdistanê were axaftin.
Hîn zû ye ku mirov vê rewşê wekî pêvajoyekê pênase bike.
Rêber Apo destpêkirina vê demê ragihandiye û ji bo ku her pêvajoyeke di çarçoveya vê demê de pêş bikeve, divê pêşî Rêber Apo di warê fîzîkî de azad bibe.
Eger bi rastî dewleta Tirkiyeyê aştiyê dixwaze, pêwîst e ku ew jî rejîma tecrîd û şkenceya Îmraliyê bi tevahî rake.”