Nêçîrvan Barzanî: Bicîhanîna destûrê dê pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de çareser bike

Nêçîrvan Barzanî: Bicîhanîna destûrê dê pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de çareser bike

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro 18ê Gulanê di paneleke Korbenda Diyaloga Tehranê de, rexne li cîbicînekirina sîstema federalî ya Iraqê girt û got: “Eger destûra daîmî ya Iraqê wekî xwe bê cîbicîkirin, bêguman piraniya kêşe û aloziyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de dê çareser bibin.”

Pêşkêşkarê panelê Nasêr Kenanî, berdevkê berê yê Wezareta Derve ya Îranê bû. Di bersiva pirsa Kenanî ya derbarê pênasekirina Herêma Kurdistanê û Iraqa piştî 2003an de, Serokê Herêma Kurdistanê got: “Beriya ku Amerîkî di sala 2003an de werin Iraqê, Herêma Kurdistanê her hebû. Wê demê Amerîkiyan daxwaz ji me kir ku Iraq bibe welatekî demokratîk û federalî. Me jî di rûxandina rejîma Sedam Husên de alîkariya wan kir. Ji ber vê yekê, li Iraqê sîstema dewletdariyê wisa hatiye pênasekirin ku federalî be. Lê mixabin heta niha em negihîştine vê sîstemê, ji ber ku Iraq hêj pir dûrî sîstema federalî ye. Niha jî nîqaş û guftûgoyên me li Herêma Kurdistanê ligel Iraqê her li ser sîstema federalî ne.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez kir: “Em bawer dikin ku em hemû di nav sînorekî cografî de dijîn, bi navê Iraqê. Ji ber vê yekê, divê sîstemek bê şopandin ku cihê razîbûna hemû pêkhateyan be. Şêwaza sîstemê jî di destûra Iraqê de hatiye bicîkirin û 80% ê gelê Iraqê dengê xwe dayê. Ji ber vê yekê, em li Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku eger destûra daîmî ya Iraqê wekî xwe bê cîbicîkirin, ew ê bêguman piraniya wan girêkên ku di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hene, vebin. Lê rastiya niha ya Iraqê zelal û eşkere ye ku şêwaza serederiya wê ligel Herêma Kurdistanê, ne di çarçoveya hikûmeteke federalî de ye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de, Nêçîrvan Barzanî da zanîn: “Gelek caran me ji berpirsên Iraqê re gotiye, pêwîst e ji bo çareserkirina kêşe û nakokiyan, em rasterast û eşkere guftûgoyê bikin û bizanibin em li ser kîjan xalê hevnêrîn in û dikarin li hev bikin. Rêzdar Adil Ebdulmehdî bi xwe, serokwezîrê berê yê Iraqê şahid e, ku niha li vir rûniştiye. Ji ber vê yekê, eger Iraq bixwaze pirsa sîstema federalî çareser bike, divê ligel Herêma Kurdistanê guftûgoyê bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh 17ê Gulanê gihiştibû Tehranê, paytexta Îranê û ji aliyê Seyîd Mûsa Elîzade Tebatebayî, berpirsê Beşa Kendava Farisî û Iraqê li Wezareta Derve ya Îranê ve hatibû pêşwazîkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê, di dema mana xwe de dê ligel hejmarek berpirsên Îranê, bi taybetî ligel Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan hevdîtin û şêwran bike.

Korbenda Diyaloga Tehranê rojên 18 û 19ê Gulanê, li Navenda Lêkolînên Navdewletî ya Wezareta Derve ya Îranê bi beşdariya mêvan û şandeyên ji 53 welatan birêve diçe.

Pustên heman beş