Hevserokê PJAKê: Em ne çekan deynin û ne jî xwe ji hev belav dikin

PJAK-Hevserok-info

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê Emîr Kerîmî diyar kir ku ew dê ne çekan deynin ne jî xwe fesix bikin.

Hevserokê PJAKê Emîr Kerîmî ji kanala Aryen TVyê re axivî û behsa pêşhatên pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kir.

Emîr Kerîmî dibêje, “Ew qonaxa ku Apo dest pê kiriye, em ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan girîng û erênî dibînin. Ew tişta ku Rêber Apo dixwaze bike ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan û avakirina civakeke demokratîk e li hemû Rojhilata Navîn”.

Emîr Kerîmî amaje bi danezana 12emîn Kongreya PKKyê jî kir û wiha got:”Biryara xwefesixkirinê biryara PKKyê ye wekî partiyekê biryara wan bi xwe ye. Biryara PJAKê di vî warî de cuda ye û biryara PKKyê me li xwe nagire”.

Herwiha got: “Em wekî PJAKê ne çekan datînin û ne jî xwe fesix dikin, em vê yekê bi eşkereyî dibêjin”.

Pustên heman beş