PKK daxwaza sivikkirina tecrîda li ser Ocalan dike û dibêje, “Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo pêvajoyeke nû ya aştiyê ti gavek neavêtiye.”
Berdevkê Baskê Siyasî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Zagros Hîwa îro (Sêşem, 20ê Gulana 2025ê) helwesta nû ya partiya xwe li ser pêvajoya aştiyê ya nû li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û qonaxa piştî kongreya 12ê ragehand.
Berdevkê Baskê Siyasî yê PKKê ji Ajansa AFPê ya Nûçeyan a Fransayî re axiftiye, rexne li hikûmeta Tirkiyeyê girt û got, “Ji bo pêkanîna pêvajoyeke nû ya aştiyê ti gavek neavêtiye.”
Zagros Hîwa bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku, tecrîda kitekesî ya li ser Rêberê PKKê yê zindankirî Abdullah Ocalan sivik bike û amaje jî da ku, PKKê bawerî nîne ku Tirkiye pêvajoya aştiyê bi cih bîne, lewma jî red dike ku piştî çekdananê hêzên xwe ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vekişîne.
Navbirî herwesa got, “Abdullah Ocalan bi hikûmeta Tirkiyeyê re ji bo pêvajoyeke nû ya aştiyê danûstandinan berdewam dike.” Herwesa got, “Aştiya rastîn pêdivî hevgirtinê ye, ne veqetiyanê.” Amaje jî da, “Eger Tirkiye li ser pêvajoya aştiyê dilsoz û cidî be, divê guhertinên pêdivî yên qanûnî bike da ku endamên PKKê bi civakê re hev bigirin.”
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li roja Duşemê (12.05.2025) di ragehandinekê de encamê kongreya xwe ya 12ê ragehand, ku di navbera 5 heta 7ê vê mehê de li jêr ronahiya banga Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Abdullah Ocalan hat lidarxistin. PKKê di wê kongreyê de biryara xwehilweşandinê û bidawîanîn xebata çekdariyê da.