Îdîayên balkêş ji Ebdulrehîm Semawî: Ocalan di avahiya MÎTê de rasterast kongreya PKK’ê birêve bir

Serokê navenda lêkolîna stratejîk ya bingehîn, Ebdulrehîm Semawî, kongreya 12emîn ya PKK’ê şîrove kir, Semawî di sala 2013-2015 de di nava heyeta zilamên aqilmend de cî girtibû, ew weke pisporekî li ser mijara PKK’ê tê naskirin, heman demê ew li ser têkiliyên PKK’ê û Tirkiyeyê xwedî gelek agahiyane. Wî heyanî niha gelek agahiyên rast eşkere kirine, Semawî duh êvarê tevlî bernameya Xanî TV bû û ev îdîa kir ku Ocalan rastewxo kongreya PKK’ê birêve biriye.
Ocalan kongre di avahiya MÎTê de îdarekiriye
Ebdulrehîm Semawî got, Ocalan ligel dewleta tirk tevdigere û gelek nerînên balkêş dan. Ji nerînên wî em çend xalan bas dikin, “Ocalan li Ankarayê di avahiya MÎTê de kongreya PKK’ê şexsen organîze kir û bi şêwazekî aktîv di kongreyê de amade bû. Biryara fesixkirina PKK’ê, ji boy hemû rêxistinên PKK’ê ye, rêxistinên wê yên Ewropayê, PJAK û yên Rojava jî di nava vê biryarê de cî digirin. Ocalan soz da dewletê HSD’e bê fesixkirin û li Rojavayê Kurdistanê jî statuya heyî bi dawî were, PKK’e çekên di destên xwe de di bin cavdêriya îstixbarata Tirkiyeyê de li 6 xalên cuda wê teslîmî dewletê bike. Ocalan lîsteya van çekan amade kiriye ka dê çi bên teslîmkirin.”
Semawî heman demê li ser maliyeya PKK’ê jî agahiyên balkêş dan û ragihand, PKK’e xwedî 28 Milyar dolarane, ev pere hemû wê teslîmî Ocalan were kirin û Ocalan gotiye, “ez dixwazim bi vî pere piştgiriya aborîya Tirkiyeyê bikim.” heman demê Ebdulrehîm Semawî ji boy rêveberên PKK’ê li ser formolokê nîqaş hatiye kirin ku ji du qonaxan pêk tê, li gor semawî heyanî niha du rê hene, rêya yekemîn eve ku endamên rêxistinê demekî wê li Herêma Kurdistanê werin rawestandin, piştî ku di destûrê de hinek guherîn çêdibin, ewê biçin Tirkiyeyê, li gor agahiyên Ebdulrehîm Semawî rêya duyemîn jî eve, endamên PKK’ê wê destpêkê biçin Tirkiyeyê, ewê demekî di zindana malê de bên girtin, piştî lekolîna wan xelas bû û destûr jî hat guhertin wê werin azadkirin.
Ebdulrehîm Semawî keseke ku ji destpêka vê pêvajoyê li ser ekranên telefizyonê derket û gelek agahî dan û heyanî niha ev agahiyên wî piranî rast derketine. Ji ber vê yekê ev daxuyaniya vê dawiyê dayî gelekî dengveda û nîqaşekî mezin çêkir.