PKKe: Emê bi ti awayî razî nebin ku endamên me werin sirgûn kirin

Zagros Hiwa-net

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKê) piştî biryara hilweşandina xwe, red dike ku ew razî bibe şervanên wê ji Tirkiyeyê werin “sirgûn kirin.”

Rêxistina PKKê 12 Gulana îsal di bersiva daxwaza Dewlet Bahçelî de û banga Ocalan ya 27 Sibatê, encamnameya kongreya xwe ya awarte ragihand û tê da 4 biryar hebûn, yek jê hilweşandina rêxistinê û betalkirina çalakiyên serbazî li dijî Tirkiyeyê.

Piştire hat ragihandin ku hinek endamên rêxistinê wê ji bo welatên Afrîka û Ewropayê werin “sirgûn kirin.”

Zagros Hîwa, berdevkê PKKê di hevpeyvînekê de bi AFPê re got: Di çarçoveya her danûstandinên aştiyê yên pêşerojê de bi Enqerê re, ewê razî nebin ku endamên xwe ji Tirkiyeyê sirgûn bikin.

Got: “Aştiya rastîn entegrasyonê hewce dike, ne sirgûnkirinê. Ger dewleta Tirkiyeyê bi rastî û bi ciddî aştiyê dixwaze, divê ew guhertinên qanûnî yên pêwîst bike da ku endamên PKKê di nav civakek demokratîk de entegre bike.”

Wî zêde kir ku “sirgûnkirin bi aştî û her çareseriyek demokratîk re ne lihevhatî ye.”