Ozel daxwaza Erdogan a ji bo destûra nû red kir

Ozel daxwaza Erdogan a ji bo destûra nû red kir

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel, daxwaza Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a ji bo beşdarbûna di nivîsandina destûreke nû de red kir. Ozel got: “Em nikarin bi kesên ku bawerî bi yasayê naynin re gotûbêj û lihevkirinê bikin, divê em li dijî wan rawestin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan roja 22ê Gulanê amaje bi wê yekê kiribû ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi destûreke nû ya sivîl, lîberal û demokratîk heye û daxwaz ji CHPê kiribû ku beşdarî nivîsandina wê bibe.

Ozel duh 23ê Gulanê serdana Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu kir, ku ji 19ê Adara borî ve bi tohmeta gendeliyê girtî ye. Piştî serdanê, Ozel ragihand: “Divê di serî de Tirkiye vegere rewşa xwe ya asayî û zemîn ji bo gotûbêjan xweş bibe. Herwiha divê Tirkiye serî li ber biryarên Dadgeha Destûrî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bitewîne.”

Erdogan berê ragihandibû ku “destûrê ji bo xwe naxwaze, belkî destûrê ji bo Tirkiyeyê dixwaze” û amaje bi wê yekê jî kiribû ku naxwaze careke din xwe ji bo posta serokkomariyê û birêvebirina welat bike namzed.

Lê belê, Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî û hevpeymanê Erdogan, di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku pêwîstiya Komara Tirkiyeyê û gelê Tirk bi Recep Tayyîp Erdogan heye ku “nexşerêya sedsala nû datîne” û gotibû: “Mafê serok nîne ku xwe vekişîne dema ku girîngiyê dide welat û gelê xwe.”

Operasyon li dijî derdora Îmamoglu

Ev yek di demekê de ye, duh di operasyoneke polîsan de, rêveberê tîma ewlekarî û pasewanên Ekrem Îmamoglu, Mustafa Akin sekreterê taybet ê Îmamoglu, Qedrî Qesaboglu  hatibûn desteserkirin. Herwiha di heman operasyonê de, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Encûmena Şaredariyê Gurkan Alpay û Serokê Desteya Rêveber a KÎPTAŞê (Saziya Avahîsaziyê ya Şaredariya Stenbolê) Elî Kurt jî hatin girtin.

Pustên heman beş