Tülay Hatimoğulları: Daxwaza me ya sereke demokratîkbûna Tirkiyeyê ye

tulay hatimogullari 2025

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Tülay Hatimoğulları di derheqa pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û gavên biserxistina wê dibêje, “Erka sereke ya berqerarkirina aştiyê li ser milê parlamentoyê ye, lê daxwaziya pêşiyê ne sererastkirina destûra Tirkiyeyê belkî bicihanîna sîstema demokratîk e.”

Tülay Hatimoğulları ji medyayeke nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re axiftiye û ragehandiye, “Pêvajoya aştiyê ji Cotmeha par ve dest pê kiriye, yek ji girîngtirîn derfetên aştiyê ye di dîroka 100 salî ya Tirkiyeyê de.” Herwesa gotiye, “Divê bizavên cidî ji bo biserxistina vê pêvajo û derfetê bên kirin.”

Hevseroka Dempartiyê ron jî kir, “Dema ku derfeteke dîrokî ya wiha tê pêş, heke em kar û bizaveke cidî nekin, aştiyeke herdemî peyda nabe.”

Amaje jî da, “Ji bo pêşvebirina vê pêvajoyê, hin gavên berçav hene ku divê bên avêtin. Em di her derfetekê de tekezê li ser gavan dikin û em xemsariyê di dubarekirina wan de nakin heta ku ew bi cih tên, di nav de jî divê hemî girtiyên doza Kobaniyê, tevî Selahedîn Demîrtaş, Figen Yüksekdağ û yên din, serbest bên berdan.”

Herwesa bal kişand ser guhertinên di çend qanûnan de û got, “Divê guhertineke radîkal di qanûna berhingarbûna terorê de bê kirin, ji ber ku mana dê bi vî awayê niha dibe sedema astengiyeke mezin li pêşiya demokrasiyê.”

Hevseroka Dem Patiyê behsa rola aştiyê ya Tirkiyeyê li deverê kir û got, “Bê guman ew rola niha Tirkiye di lihevhatina deverê de dilîze girîng e, lê girîng e ku ev gav di çarçoveya dewleta Tirkiyeyê de bi gelê Kurd ê ku li wî welatî dijî re bê avêtin û bicihanîn, paştir aştiyeke wesa dikare li Sûriyeyê jî pêk bê.