Iraq û Îran danûstandinan li ser çekdanîna PKKê dikin

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî û Sekreterê Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Ekber Ehmediyan li ser pirsa çekdanîna PKKê û bandora wê biryarê li ser Iraq û Îranê danûstandinan dikin.
Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî û Sekreterê Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Ekber Ehmediyan duh (Sêşem, 27ê Gulana 2025ê) di çarçoveya gera 31ê ya Lûtkeya Ewlehiyê ya Navneteweyî de li Moskoya paytexta Rûsyayê li ser pirsa ewlehiyê civiyan.
Qasim Arecî û Elî Ekber Ehmediyan li ser pirs û dozên stratejîk axivîn, ku ji bo Îraq û Îranê girîng in, di nav de jî peymana ewlehiyê ya di navbera herdu welatan de û qonaxên pêkanîna wê peymanê, tevî nirxandina rewşa ewlehiya deverê û biryara Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji bo xwehilweşandinê ku bandor li ser herdu welatan heye.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li roja Duşemê (12.05.2025) di ragehandinekê de encamê kongireya xwe ya 12ê parve kir û ragehand, “Li ber ronahiya banga Ocalan, PKKê biryara helweşandina heykelê xwe yê rêkxistinî da, herwesa biryar da ku têkoşîna çekdarî û hemî çalakiyên ku li ser navê wê tên kirin bên bidawîanîn”
PKKê di ragehandina xwe de amaje jî daye, “Xebata PKKê siyaseta înkar û wêrankirinê ya li dijî gelê me nehêlaye, pirsa Kurdan bi rêya siyaseta demokrasî gehandiye xala çarekirinê û ji vî alî ve PKKê erkê xwe yê dîrokî temam kiriye. Li ser vê bingehê, Kongireya 12ê ya PKKê bi merema bicihanîn û birêvebirina piroseya kiryarkî li jêr serkirdetiya Rêber Apo (Ebdila Ocalan), biryara helweşandina heykelê rêkxistinî yê PKKê û bidawîanîna awayê xebata çekdariyê da, herwesa ew çalakî jî bidawî anîn ên ku bi navê PKKê tên kirin”