Erdogan: Pêvajoya “Tirkiyeya Bê Teror” baş dimeşe

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan da zanîn, di “pêvajoya Tirkiyeya bê teror” de, ti kêşe û pirsgirêk nayên dîtin û geşedan ber bi başiyê ve diçin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro 29ê Gulanê di dema vegera xwe ji Azerbaycanê di balafirê de ji rojnamevanan re axivî û behsa “pêvajoya nû ya aştiyê” û geşedanên li Sûriyeyê kir.
Derbarê pêvajoya navxweyî de:
Erdogan diyar kir, pêşketinên di “pêvajoya Tirkiyeya bê teror” de baş in û bi awayekî erênî berdewam dikin. Herwiha got: “Tevî hinek dengên nakok, peyamên ku tên dayîn erênî û avaker in ji bo pêvajoyê.”
Serokkomarê Tirkiyeyê hişyarî jî da û got: “Em wek desthilatdarî hişyar in li hember kesên ku dixwazin pêvajoyê jehrî bikin û em ê derfetê nedin wan.”
Herwiha tekez kir, armanca wan rizgarbûna ji “kêşeya terorê” ye ku ziyaneke mezin gihandiye Tirkiyeyê. Da zanîn jî, di vê pêvajoyê de wan qonaxeke wisa derbas kiriye ku berê negihîştibûnê û got: “Her tiştê ku em dikin, ji bo gelê me û biratiyê ye.”
Derbarê rewşa Sûriyeyê û peymana HSD-Şamê de:
Serokkomarê Tirkiyeyê di beşeke din a axaftina xwe de behsa rewşa Sûriyeyê û rêkeftina di navbera HSD û Şamê de kir û got: “Pêwîst e yekparçeyiya axa Sûriyê û yekîtiya neteweyî bê parastin.”
Erdogan amaje bi wê yekê kir ku berê wan ragihandibû ku ew pêşwaziyê li wê rêkeftina ku di navbera HSD û Şamê de hatiye kirin, dikin. Lê belê, Erdogan got: “Em cîbicîkirina biryarên ku hatin dayin, ji nêz ve dişopînin Em dibînin ku HSD berdewam e li ser bikaranîna taktîkan ji bo paşxistina cîbicîkirina rêkeftinê. Pêwîst e HSD demê winda neke û sozên xwe yên li gorî rêkeftinê bicî bîne.”