Hêzên siyasî li ser pirsa mûçeyan û helwesta Herêmê civiyan

Civîneke girîng û berfireh a hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Desteya Kargêrî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 31ê Gulanê li Hewlêrê dest pê kir.
Di civînê de rewşa giştî ya heyî ya Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê tê gotûbêjkirin. Herwiha tê çaverêkirin ku helwesta aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li hember biryara Wezareta Darayî ya Iraqê ya ji bo nexerckirina maf û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê bê ragihandin.
Hin ji beşdarên payebilind ên civînê ev in:
Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên
Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Salar Lale Serhed
Endamê Serkirdatiya YNKê Dr. Mecîd Hemedemîn
Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd
Rêkxerê Baskê ‘KurdSatî’ yê Tevgera Goran Dana Ehmed Mecîd
Endamê Mekteba Siyasî ya Bizava Îslamî Ebdullah Wertî
Sekreterê Partiya Rencderên Kurdistanê Bapîr Kamela
Nûnerê Bizava Peywendiya Îslamî Mihemed Bazyanî
Nûnerên Partiya Çaksaziya Tirkmen Ebdulqadir Bazirgan û Mûna Qehweçî
Sekreterê Partiya Komunîst a Kurdistanê Kawe Mehmûd
Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Zehmetkêşan Bêkes Qadir
Biryara Bexdayê û bertekên Herêmê
Piştî şandina lîsteya mûçeyên meha Gulanê yên mûçexurên Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê, Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî pêr (Çarşem, 28ê Gulana 2025ê) di nameyekê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê haydar kir ku, êdî ew nikare li ser şandina mûçeyan berdewam be. Wê ev yek bi hinceta ku Herêma Kurdistanê para xwe ya diyarkirî ji qanûna budçeyê derbas kiriye û bi pabendbûna bi biryara dadgeha federal û qanûna budçeya giştî ve girê da.
Polîtburoya PDK jî duhî 29ê Gulanê li hember wê biryarê daxuyaniyek da û tê de got: “Em raya giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê haydar dikin ku hikûmeta federal li ser binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê berdewam e. Binpêkirina herî dawî jî nivîsara duhî ya Wezareta Darayî ye, ku li dijî destûr û bingehên peymana pêkanîna hikûmetê ye û siyasîkirina qûtê (debara) xelkê ye.”
Fraksiyonên Kurdistanî yên Civata Nûnerên Iraqê jî duhî (ragihandinek belav kir û tê de wiha hat gotin: “Em ji ber biryara Wezareta Darayî ya Federal û rawestandin, nedan û neşandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê matmayî mane.”
Fraksiyonên Kurdistanî herwiha amaje pê kirin: “Bi liberçavgirtina rewşa mirovî û ew rewşa dijwar a ku fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber siyasetên Wezareta Darayî ya Federal tûş bûne û gihîştiye asta birçîkirinê û şerê jiyara wan a rojane, armanceke siyasî li pişt vê biryarê heye û binpêkirina destûra Iraqê ye, ku li gor madeya 37/Yekem parastina rêz û rûmeta welatiyan bêyî ku şert û merc çi bin garantî dike.”