Hat îdia kirin PKK’ê Karasu înfaz kiriye

Di medya civakî de îdiayek belav bûye û dibêjin ku, endamê Komiteya Rêvebir a PKKê Mustafa Karasu bi fermana Abdullah Ocalan ji aliyê zêrevanê xwe ve hatibe înfaz kirin.
Tê zanîn ku, Karasu li dijê devjêberdana çekan a PKKê bû. Di vê derbarê de jî di medya PKKê de hinek daxûyaniyên wî hebûn. Karasu di bernameyek televizyonî de, li ser êrîşên dewleta Tirk dibêje: Ev ne tiştek raste û şerme ku dron êrîşê gerîla dikin. Ev bibe dê gerila bi tundî bersiva wan bidin, gerek ev bê zanîn..
Eger demek nêz de Karasu li ser ekranên televizyonên PKKê xuya nebe dibe ku ev îdia rast be. Belkî piştî çend salên din PKK pêwîst bibîne daxûyaniyekî ragihîne. Wek Ali Haydar Kaytan û Riza Alton…