Serokê Parlementoya Tirkiyeyê tekez dike ku, ew bi rêya parlementoyê ji bo biserxistina pêvajoya nû ya aştiyê kar dikin.
Piştî dubare hilbijartina wî wekî Serokê Parlementoya Tirkiyeyê, Numan Kurtulmuş duhî (Sêşem, 03ê Hezîrana 2025ê) gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Serokê Parlementoya Tirkiyeyê amaje jî da, “Terorîzm êdî ji rojeva welatê me tê derxistin û berpirsiyariya her kesî ye ku pîverên demokrasiyê û pêvajoya Tirkiyeyeke bê teror bilind bike.”
Wekî ku Kurtulmuş got, ew wê pêvajoyê bi rêya komîsyoneke parlementoyê bi ser dixin û berpirsiyariya hevpar a hemî partiyên siyasî ye ku, li parlementoyê li ser mijarên têkildarî pêvajoyê gengeşe bikin û çareseriyan jê re bibînin.
Ev di demekê de ye ku, duhî (Sêşem, 03ê Hezîrana 2025ê) pakêta dehê ya dadweriyê, ku girêdayî edilandina qanûna cezakirinê û heşt qanûnên din e û ji hêla fraksiyona AKPê ve pêşkêşî serokatiyê hat kirin; ji hêla Parlementoyê ve hat pejirandin.
Bi vê peyrewê re, derî ji bo berdana 19 hezar û 800 zindaniyan hat vekirin, ku di nav wan de hin zindaniyên nexweş û pîr jî hene. Di eynî demê de, rengên cezayê ji bo hin tawanan hatin zêdekirin. Pêştir Dem Partiyê pakêta dadweriyê wekî yek ji şertên pêvajoya aştiyê tekez dikir, lê piştî ku ew pêşkêşî parlementoyê hat kirin, piraniya aliyan nerazîbûn nîşan dan û ragihand ku, ew li gorî daxwaz û hêviyên wan nîne.