Guler: Em piştgiriya leşkerî didin rêveberiya nû ya Şamê û ji bo vekişîna hêzên me jî hîn zû ye

Guler: Em piştgiriya leşkerî didin rêveberiya nû ya Şamê û ji bo vekişîna hêzên me jî hîn zû ye

Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Yaşar Guler ragihand, Tirkiye piştî guhertinên li Sûriyeyê, wek yekemîn piştevana rêveberiya nû ya wî welatî derketiye pêş û di warê leşkerî de rahênan û şêwirmendiyê pêşkêşî artêşa Sûriyê dike.

Guler, ku di çarçoveya serdaneke fermî de li Brukselê ye, ji ajansa “Reuters” re axivî û diyar kir, niha zû ye behsa vekişîna leşkerên Tirk ji Sûriyeyê were kirin û ev yek tenê piştî pêkhatina aştî û aramiyeke tam, nemana gefa terorê û ewlehiya sînoran pêkan e.

Guler tekez kir ku karê pêşekî yê Tirkiyeyê li Sûriyeyê parastina yekparçeyî û serweriya axa Sûriyeyê û têkoşîna li dijî terorê ye û Enqere di van mijaran de bi awayekî çalak piştgiriya Şamê dike.

Guler da zanîn, zêdetirî 20 hezar leşkerên Tirkiyeyê li Sûriyeyê ne û got: “Axaftina li ser egera vekişîn yan veguhestina hêzên me ji Sûriyeyê hîn zû ye. Tirkiye rahênan û şêwirmendiya hêzên artêşa Sûriyeyê dike û piştevaniya bihêzkirina bergiriya wan dike. Em gavan davêjin ji bo zêdekirina şiyana berevaniya Sûriyeyê.”

Derbarê plana vekişîna leşkerî de, Guler destnîşan kir ku planeke lezgîn a Artêşa Tirkiyeyê ji bo vekişîna ji Sûriyeyê nîne û mercên vê yekê wiha rêz kir: “Dema Sûriye bi temamî gihişt aştî û aramiyê, dema gefa terorê li navçeyê bi temamî nema, dema sînorên me bi temamî ewle bûn û koçberên Sûriyê vegeriyan welatê xwe, wê demê emê hêzên xwe vekişînin.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê amaje bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê kir û got ku ev êrîş didomin. Lêbelê, wî anî ziman ku “Tirkiye û Îsraîl ji bo kêmkirina aloziyan û rêgirtina li rûdanên leşkerî li Sûriyeyê di danûstandinan de berdewam dibin. Em naxwazin rûdaneke neçaverêkirî rû bide.”

Di dawiyê de, Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê bal kişand ser girîngiya rakirina cezayên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê yên li ser Sûriyeyê û got: “Biryara rakirina dorpêçan ji ser Sûriyeyê, ji bo çarenivîsa Sûriyeyê roleke kilîdî dilîze. Em dixwazin cîrana xwe Sûriyeyê ji nû ve ava bikin da ku penaber bi dilê xwe vegerin.”

Pustên heman beş