Berdevkê AKPê: Em li bendêne ku PKKe di çend mehên pêş de çekan deyne

Omer-Celik-PKK-AKP-Net

Berdevkê AKPê ragehand, ew li bendêne di mehên pêş me de PKKe û baskên wê yên li Sûrye û Îranê jî çekên xwe deyne û dibin mekanîzmaya ku ji hêla Tirkiyeyê ve hatî destnîşankirin.

Omer Çelîk duh roja çarşemiyê 4 Hezîrana 2025ê piştî civîna encumena serokatiya AKPê bi medyayê re axivî û got: Divê ev mijara danîna çekan û xwe-hilweşandina PKKê tenê di çarçoveya gotinan de nemîne.

Her wiha destnîşan kir, li mehên pêş me, emê di bicihkirin û radestkirina çekan de pêşveçûnek berbiçav bibînin.

Berdevkê AKPê dibêje: Pêvajoya danîna çekan dê di bin çavdêriya MÎTê û artêşê da be.

Her wiha aşkere kir, PKKe û baskên wê yên li Sûrye HSDê û li Îranê PJAK dê çekan deyne.

Derbarê HSDê Çelîk got: Divê ev HSDe were hilweşandin, endamên PKKê divê ji Sûryeyê derkevin û yên mayî jî divê bi artêşa Sûryeyê re werin yek kirin”.

Pustên heman beş