Rêxistina PKKê îro ragehand, êrîşên dewleta Tirk yên li dijî çekdarên wê li Metînayê, Rojavayê Zapê û derdûra Amêdiyê dewam dikin û got ku Gerîla xwe diparêzin.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja pêncşemî 12 Hezîrana 2025ê amara êrîşên Tirkiyeyê yên hefteya rabûrî aşkere kirin û got: “Ji 5 vê mehê ve, artêşa Tirkiyeyê bi her core çekan êrîşa Gêrîlayan li herêmên Metînayê, Amêdiyê û Rojavayê Zapê kiriye” .
Destnşan kir, êrîş bi asmanî û bejahî hatine encam dayîn û Gerîla xwe di parêzin.
Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê li hefteya rabûrî ragehandbû ku ewê operasyonên xwe yên leşkerî li dijî PKKê bidomîne, heta ku herêm “paqij bibe” û “gefa rêxistinê ji holê rabe”.
Rêxistina PKKê diyar dike ku her çend wan ji bo serxistina pêvajoya aştiyê agirbesteke yekalî ragehandiye jî, lê artêşa Tirkiyeyê hêjan jî êrîşên xwe ne rawestandine.