Gelo Îsraîlê dikare saziyên etomî yên bin erd yên Îranê ji nav bibe?

Cezire

Pisporekî leşkerî radgihîne, Îsraîlê karîna ji nav birina saziyên jêr erd yên etomî yên Îranê nîne û got ku tenê Emerîkayê ew şiyan û teknîka serbazî heye.

Lîwa Yasir El Dwêrî bisporê serbazî ji kenala El Cezîreyê re got: Ji ber ku saziyên etomî yên Îranê dikevin herêmên çiyayî û 60 metran li jêr erdin, balafirên cengê yên Îsraîlê F18 û F35 şiyanên hedefgirtin û ji nav birina wan nîne.

Got jî: Tenê bombeya “GBU 57″ dikare vê yekê bike û got: Balafirên Îsraîlê nikarin vê bombeyê hilgirin ku giranîya wê digehe 12 tonan.

Li gorî pisporê leşkerî, balafirên şer yên F18 û F35 nikarin vê bombeyê, ku ji 12 tonan girantire, hilgirin, û destnîşan kir ku tenê balafirên sitratejîk yên Emerîkî dikarin wê hilgirin.

Îsraîlê sibeha îro roja înê êrîşên berfreh li ser Îranê dan destpêkirin, û îdîa kir ku wan saziyên etomî yên Îranê, kargehên mûşekên balîstîk, pergalên parastinê yên Îranê û serkirdeyên leşkerî yên navdar hedef girtine, û tekez kir ku ev “destpêka pêvajoyek dirêje ji bo pêşîgirtina li pêşixstina çeka etomî ya Tehranê ye” .

Ajansa enerjiya etomî ya navneteweyî, ji aliyê xwe ve, got ku rayedarên Îranê ew agahdar kirine ku ryaktora etomî ya Buşehrê nehatiye hedefgirtin, û destnîşan kir ku saziya etomî ya Fordowa jî “heta niha ji êrîşên Îsraîlê bandor nebûye”.

Pustên heman beş