Îranê bi şandina bi sedan dronan bersiva êrîşa Îsraîlê da

Îranê bi şandina bi sedan dronan bersiva êrîşa Îsraîlê da

 Komara Îslamî ya Îranê îro wek bersivek li hember êrîşên Îsraîlê yên li ser axa Îranê bi sedan dronan şandiye Îsraîlê.

Li gorî agahiyan, dronên Îranê ketine qada hewayî ya Sûriye û Urdunê û Îsraîl dronên li qada hewayî ya Sûriyeyê asteng dike.

Di vê navberê de, balafirên Amerîkî, Fransî û Urdunê hewl didin ku dronên Îranî li ser Urdunê bixin xwarê.

Hêjayî gotinê ye hejmarek efser û zanyarên payebilind ên nukleerî yên Îranê di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Îranê de hatine kuştin.