Îsraîlê balyozxaneyên xwe li hemû welatan daxistin

Îsraîlê balyozxaneyên xwe li hemû welatan daxistin

Balyozxaneya Îsraîlê li Swêdê ragihand ku, Îsraîlê ji ber destpêkirina êrîşên xwe yên li ser Îranê, tevaya balyozxaneyên xwe li welatan daxistin.

Balyozxaneya Îsraîlê li Swêdê îro (În, 13ê Hezîrana 2025ê) eşkere kir ku, Îsraîl ji ber wî şerê ku îro bi Îranê re dest pê kir û ne diyar e kengî dê biqede jî, tevaya balyozxaneyên xwe li welatan daxistin.

Piştî destpêkirina êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê, Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya yekê de got, “Ew êrîş pir baş bûn, êrîşên din jî dê hebin.”

Çavkaniyeke Îsraîlî jî eşkere kir ku, Îsraîl bizavê dike Amerîkayê razî bike ku tevlî êrîşên wê yên li ser Îranê bibe.

Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê jî daxwaz ji welatiyên Îsraîlê li tevaya cîhanê kir ku, nasnameya xwe eşkere nekin.

Pustên heman beş