Fermandarên feyleqa Qudsê yê îranê di êrîşên îro yên Îsraîlê de li ser Îranê hate kuştin, kuştina Qaanî hemwexta kuştina hejmareke generalên din yên komara îslamîya Îranê tê.
SkyNews ji newyork Times a Amerîkê îro roja înî 13 Hezîrana 2025ê veguhestiye ku Ismaîl Qaanî fermandarî spayê Qudsê yê Îranê, di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da ye.
Hat ragehandin di êrîşên îro yên Îsraîlê de, her yêk ji fermandarê spayê Pasdaran Huseyîn Selamî, generalê Îranî Mihemed Baqirî, serokê zanîngeha Azadî ya Îslamî Mihemed Tehrançî û zanayê etomî Fereydûn Ebasî di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.
Herweha generalê hêzên hewayî yên spayê Pasdaran Emîr Elî Hacîzade jî di êrîşan de hate kuştin.
Di heman demê de Reuters ê ragehand ku şêwrmendê rêberê bilind Elî Xameneyî, Elî Şemxanî îro serê sibê di êrîşên Îsraîlê de bi giranî birîndar bûye.