Artêşa Îsraîlê: Em dê êrîşên xwe yên li ser armancên li Îranê bidomînin

Artêşa Îsraîlê: Em dê êrîşên xwe yên li ser armancên li Îranê bidomînin

Artêşa Îsraîlê ragihand, ew dê di êrişên xwe yên li ser armancên di nav axa Îranê de berdewam bin. Ev daxuyanî di demekê de tê, ku her du alî bi mûşekan êrişî paytextên hev dikin û alozî gihîştiye asta herî bilind. Li Tel Avîv û Qudsê welatî di stargehan de ne.

Artêşa Îsraîlê îro 14ê Hezîrana 2025an di daxuyaniyekê de tekez kir, ew ê êrişên xwe yên li ser Îranê ranewestînin û dê li ser armancên xwe berdewam bin.

Di berbanga îro de, Îsraîl û Îranê gelek mûşek avêtin peytextên hevdu û ziyaneke mezin gihandin hev. Hêzên asmanî yên Îsraîlê, ligel kargehên çêkirina mûşekan, projeyên atomî yên Îranê kirine armanca xwe ya sereke.

Rewşa li Îsraîlê

Li bajarên Tel Avîv û Qudsê sîrenên hişyariyê lê ketin. Ev du roj in ku welatiyên van bajaran ji ber tirsa êrişan di stargehan de dimînin. Tevî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gelek caran daxwaz kir ku welatî ji stargehan derkevin û jiyana xwe ya normal bidomînin, lê êrişên berdewam ên Îranê tirseke mezin di nava welatiyên Îsraîlê de çêkiriye. Li gorî wan, êrişên Îranê “gelek tund û bi hêz in”.

Artêşa Îsraîlê eşkere dike, sîstema wan a berevaniya asmanî, ku wek “Qubeya Hesinî” tê naskirin, bi berdewamî mûşekên Îranê li esmanê Tel Avîvê bêbandor dike.

Lê di heman demê de hat ragihandin ku şeva borî, ji bilî yên ku hatin xistin, çend mûşekên Îranê li nav bajêr ketine xwarê. Artêşê herwiha da zanîn ku tîmên hawarçûnê li seranserê welêt hatine belavkirin û heta niha di êrişên Îranê de ti ziyanên canî çênebûne.

Rewşa li Îranê û daxuyaniyên dawî

Ji aliyê din ve, Ajansa nûçeyan a Îranê Tesnîmê ragihand, dengê teqînên bihêz li paytext Tehranê hatin bihîstin, lê derbarê sedem û ziyanên teqînan de ti agahiyên zêdetir belav nekirin.

Di qada dîplomatîk de jî daxuyanî berdewam in. Balyozê Îsraîlê yê li Neteweyên Yekgirtî ragihand, welatê wî “nêzîkî jinavbirina tevahiya binesaziya atomî ya Îranê bûye.”

Di bersivê de, Îranê jî ragihand ku wan çend dronên bombebarkirî yên Îsraîlê li herêma Selmasê ya li bakurê rojavayê welêt xistine xwarê.

Pustên heman beş