Îranê bi tohmeta “sîxuriya ji bo Îsraîlê” 19 kes desteserkirin

Îranê bi tohmeta"sîxuriya ji bo Îsraîlê" 19 kes desteserkirin

Piştî êrîşên leşkerî yên Îsraîlê, dezgehên ewlehiyê yên Îranê li seranserê welat dest bi operasyonên girtinê kirin. Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku bi giştî 19 kes li parêzgehên Hurmizgan û Yezdê bi tohmeta hevkariya bi Îsraîlê re hatine girtin.

Li gorî nûçeyên medyaya Îranê, li parêzgeha Hurmizganê 14 kes bi tohmeta ku “pêwendiya wan bi êrîşên Îsraîlê re heye” hatine girtin.

Herwiha, Nivîsgeha Cîgirê Parêzgarê Yezdê jî aşkere kir, li wê parêzgehê 5 kesên din hatine destgîrkirin. Li gorî daxuyaniyê, ev kes bi wê yekê tên tohmetbarkirin ku beriya êrîşan “wêneyên cih û navendên hestiyar kişandine” û bi belavkirina van dîmenan li ser torên civakî, “di nava welatiyan de tirs û xof çêkirine”.

Ev operasyonên girtinê, piştî êrîşên berfireh ên Îsraîlê yên roja Înê, 13ê Hezîrana 2025an, tên. Di çarçoveya operasyona bi navê “Şêrê Raperî” de, Îsraîlê bi zêdetirî 200 balefirên şer êrîşî ser 200 armancên stratejîk li Îranê kiribû.

Di êrîşan de navendên etomî yên wekî Netenz, Fordo û Îsfehan bûbûn armanc û li gorî medyaya Îranê, şeş zanyarên etomî û hejmareke fermandarên payebilind ên Artêşa Pasdaran, di nav de Sererkan Mihemed Baqirî û Fermandarê Giştî Husên Selamî, hatibûn kuştin.

Li gorî daneyên ku Balyozê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî belav kiribûn, di encama giştî ya êrîşan de 78 kes hatibûn kuştin û 320 kes jî birîndar bûbûn.

Pustên heman beş