Milîsên Iraqê gefê li Amerîka û Îsraîlê dixwin

Milîsên Iraqê gefê li Amerîka û Îsraîlê dixwin

Çavkaniyên Iraqê behsa wê yekê dikin ku, Hikûmeta Iraqê hewl dide ku komên Iraqî yên bi Tehranê re hevalbend kontrol bike û rê li ber destwerdana wan di şerê di navbera Îsraîl û Îranê de bigire, lê çavkaniyên Iraqî gotin ku van koman ti soz vê derbarê de nedaye.

Li Iraqê bi giştî rewşek bendewariyê, tirs û fikarê heye, di rewşa tevlêbûna welat di çerxa şer de, nemaze ji ber ku balafirên şer ên Îsraîlê ji duh ve qada hewayî ya Iraqê derbas kirine û ti garantiyek rastîn tine ku komên nêzîkî Îranê siyaseta dûrketina ji wê şerê birêve bibin.

Li gorî raporên medyayê, hikûmeta Sûdanî pir ditirse ku komên milîs dê tiştek bikin da ku Iraqê tevlî şer bikin, derveyî wê jî ti desthilatiyekî wî jî li ser van koman tine.

Lê çavkaniyek ku nexwast navê wî bê aşkera kirin ji El Erebiye El Cedîd re ragehand wan koman ti soz nedaye hikûmeta Iraqê ku destwerdanê nekin.

Lêbelê, li gorî raporên medyayê, ji hêla van koman ve ti gefên rasterast an amadebûna destwerdanê tine ye. Lê milîsên Hizbullaha Iraqî hêzên Amerîkî tawanbar kirin ku bi vekirina qada hewayî ya Iraqê, ji êrîşa Îsraîlê ya li dijî Îranê hêsan kirine û bang li hikûmetê kirin ku “leşkerên Amerîkî tavilê ji welat derbixe.”

Hizbulaha Iraqê duh bi beyanameyekî ragehand: “Hêzên Amerîkî yên li Iraqê bi vekirina qada hewayî ya Iraqê ve rêyekî ewle ji bo hêzên hewayî yên Îsraîlê vekirine, rêyekî aram li ber vê êrîşê çêkirine. Ger tê gotin ku em naxwazin Iraq bibe qada şer, divê rola hêzên biyanî yên li ser axa Iraqê û ewên ku esmanê wê kontrol kirine divê bên kontrol kirin.

Di heman demê de, serokê milîsên Nuceba Ekrem Keibî, bang li hikûmeta Iraqê kir ku “hêzên Amerîkî bi tevahî ji hemû ax û qada hewayî ya Iraqê bikeder.’’

Keibî di tora xwe ya civakî X de ragehand: “Binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê û bezandina qada hewayî ya wê bi hemahengiya li gel Amerîkayê gelek caran hatiye dubarekirin û bê ceza namîne.”

Ji aliyê xwe ve, milîsên Ehl el-Heq, bi serokatiya Qeys Xezelî, bang li hemû eniyên berxwedanê kir ku amade bin.

Di beyanameyekî Xezelî got: “Divê hemû eniyên berxwedanê normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê re red bikin û amade bin ku ji bo rastiyê şer bikin. Amade bin ji bo serxistina heq’’

Herwaha got: “Ev sûc û binpêkirin bê ceza namînin.”

Ji aliyê din ve bang li rayedarên hikûmeta Iraqê kir: “hemû tedbîrên pêwîst bigirin da ku pêşî li derbasbûna Îsraîlê ji qada hewayî ya Iraqê bigirin, hêzên çekdar bi pergalên parastina hewayî yên ku dikarin tespît bikin û bersiv bidin û teslîmî zexta Amerîkî nebin ku rê li ber Iraqiyan digire ku serweriya xwe biparêzin.”