Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê de bertek nîşan da û got, “Êrîşên Îsraîlê careke din eşkere kir ku ew welat, bi awayekî bêberpirsiyarî gefê li ewlehiya herêmê û cîhanê dixwe.”
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro 14ê Hezîranê ragihand, ku nakokiyên etomî divê tenê bi rêya diyalogê werin çareserkirin, ne bi şer.
Erdogan herwiha tekez kir, armanca êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê, têkdana hewlên aştiyê ye, di demekê de ku danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de li ser programa etomî ya Tehranê berdewam dikin.
Ev daxuyaniyên Erdogan di demekê de tên, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihandibû, geşedanên dawî yên nakokiyan, bi temamî bandor li ser vekişîna wan ji danûstandinên bi Amerîkayê re kiriye.
Beqayî herwiha amaje bi wê yekê kiribû ku Amerîkayê bi kiryarên xwe danûstandin bêqîmet kirine û gotibû: “Nabe ku tu xwe wisa nîşan bidî ku aştiyê dixwazî, lê di heman demê de alîkariya dijmin jî bikî.”