PKKe her roj ciwanên Kurdan fedayê “Civaka Genî” a Ocalan dike

2-Gerila-info

Rêxistina PKKê nasnameya du keçên din aşkere kir ku ew jî weke bi hezaran ciwanên din yên Kurdan fedayê têz û pirojeyên genî yên Apo yên bi navê “netewe û civaka demokratîk û biratîya gelan” kirine.

PKKê ev du keçên bi navên “Rîma Elî û Mîdya Welîd” ku ji Til Temrê û Efrînê ne, li 10 Tîrmehê sala rabûrî 2024ê li Zapê berê wan da mirinê û îro ji nû ve hatiye mirina wan îfşa kiriye.

Di pesnê wan de PKKê ev 2 keç bi milîtan û fedakarên Apo pênase kirine û got ku fedayê Apo bin!.

Ciwanên Kurdan ji boy PKKê weke fîşeka li ber tivengê bûn, ew weke berixkan di şerê bê encam de dihatin feda kirin, ev rêxistin zarokên Kurdan bi navên Kurdistana şêrîn dixapandin, berê wan dida mirinê û piştre tê û bangeşê bo xwe bi xwîna wan dike.

PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de par vedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de hatine kuştin û mirina wan veşartî hiştiye.

Pustên heman beş