Du dron li asmanê Hewlêrê hatin xistin

Du dron li asmanê Hewlêrê hatin xistin

Du dron li asmanê Hewlêrê ji aliyê hêzên hevpeymaniya navneteweyî ve hatin xistin.

Li gorî wan agahiyên ku Kurdistan24ê bi dest xistine, îro (Sêşem, 17ê Hezîrana 2025ê), du dron, piştî ku li asîmanê Hewlêrê hatin dîtin, ji aliyê hêzên hevpeymaniya navneteweyî ve hatin xistin.

Drona yekê li asmanê gundê Mastawayê û ya duyê jî li asmanê gundê Pîrdawidê hat xistin.

Droneke din jî li serê sibeha duh (Duşem, 16ê Hezîrana 2025ê) ji aliyê hêzên hevpeymanan ve li asmanê Hewlêrê hat xistin.

Hersê dronên ku di van du rojan de li asmanê Hewlêrê hatine xistin ti zirarek nebû û niha jî hêzên ewlehiyê gihîştine cihê xistina wan dronan.