Hikûmeta Iraqê çend kamyonên tijî pêdiviyên bijîşkî şandine Îranê

Hikûmeta Federal a Iraqê çend kamyonên tijî derman û pêdiviyên bijîşkî yên bilez bi rêya parêzgeha Besrayê şandin Îranê.
Çapemeniya Iraqê ragihand ku alîkarî roja Pêncşemê êvarê li ser erkdarkirina Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî û bi hevahengiya di navbera dezgeha tenduristiyê ya Besrayê û hikûmeta herêmî ya Besrayê de ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ve hatiye şandin.
Vê derbarê de Rêveberê beşa dermanan û Saziya Tendruristiya Besrayê Sara Husênî, ji medyayê re got barê ku hatiye şandin ji dermanên pêwîst ji bo vejandina bijîşkî û pêdiviyên lezgîn ên ku ji bo rewşên lez têne bikar anîn pêk tê, ku piştî hevahengiya rasterast bi rayedarên bilind re hatiye amadekirin.
Herwiha got, ev destpêşxerî erkek mirovî û exlaqî ye û tîmên lojîstîk û dermanxaneyê çend demjimêran xebitîn da ku alavên pêwîst li gorî pîvanên pêbawer amade bikin û di wextê rast de radest bikin.
Navborî tekez kir ku ev gav delîla hevgirtina gelê Iraqê ji bo gelê dost ê Îranê di demên krîzê de ye û her weha ruhê hevkariya tenduristiyê ya herêmî ye ku Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê dixwaze wî ruhî xurt bike.