Îsraîlê êrîşeke din a asmanî li ser Îranê pêkanî

Artêşa Îsraîlê îro (Yekşem, 22ê Hezîrana 2025ê) ragihand, “Me dest bi pêleke nû ya êrîşên asmanî li ser cihên leşkerî li rojavayê Îranê kiriye.”
Berdevkê Artêşa Îsraîlê ragihand, “Hêza asmanî ya Îsraîlê dest bi pêleke nû ya êrîşên asmanî li ser cihên leşkerî yên rojavayê Îranê kiriye.”
Berdevkê Artêşa Îsraîlê herwesa got, “Hêza asmanî êrîş kir ser wan mûşekhilgirên Îranê yên ku amade bûn ber bi axa Îsraîlê ve bên avêtin, ku pêştir jî ji hêla Pasdarên Îranê ve ji bo êrîşkirina li ser Îsraîlê dihatin bikaranîn.”
Artêşa Pasdaran jî ji aliyê xwe ve ragihand, “Di êrîşeke Îsraîlê de, ku li ser bingeha leşkerî ya Şehîd Medanî li Tevrêzê hat kirin, du kes birîndar bûn.”
Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.
Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona “Soza Rastgo ya 3″ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.