Tevgera Şoreşgerên Araratê: şer û pevçûna bi PKK’ê re ne birakujîye belku cehiş kujî ye

Tevgera Şoreşgerên Araratê: şer û pevçûna bi PKK’ê re ne birakujîye belku cehiş kujî ye

Tevgera Şoreşgerên Araratê di derbarê rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek ji bo raya giştî parve kir û tê de ragihand, mîna şoreşa Sûriyeyê ya 2011ê, dema ku rejîma Beşar Esed gelek bajar û gundên Rojava radestî PKK’ê kirîn da ku herêmê biparêze, bi heman awa Îran jî dixwaze bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê radestî PJAK’ê bike ji boy ku partiyên rastînên Rojhilat êdî li herêmê serdest nebin.

Tevgera Şoreşgerên Kurdistanê di beşeke daxuyaniya xwe de gef li PKK’ê xwarin û ragihand, “eger mafyayên PKK’ê destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Rojhilata Kurdistanê de bikin, ji bo parastina welatê xwe emê bi hemû hêza xwe li dijî wan rawestin.”

Daxuyaniya Tevgera Şoreşgerên Araratê bi vî awaye:

Ji bo raya giştî

Em raya giştî agadar dikin ku bi şerê Îran û Îsraîlê re, rejîma Îranê pir lawaz û bêçare bûye.

Mîna şoreşa Sûriyeyê ya 2011an, dema ku rejîma Beşar Esed gelek bajar û gundên Rojava radestî PKK’ê kirîn da ku herêmê biparêze.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rejîma Îranê û PKK’e bi awayekî veşartî pilaneke xerab bi hev re dimeşînin.

Rejîma Îranê dixwaze bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê radestî PJAK’ê şaxeya PKK’ê ya Rojhilatê Kurdistanê bike.

Heta ku partiyên rastîn yên Rojhilat êdî li herêmê serdest nebin.

Em raya giştî, bi taybetî hemû xelkê Rojhilatê Kurdistanê agahdar dikin ku Rojhilat ji Rojava pir cudaye.

Em xwedî dîrokeka 80 salî ya têkoşînê ne.

Me dersên tekoşînê ji rêberên mezin yên wekî Qazî Mihemed, Dir. Qasmilû, Dr. Şerefkendî, Kak Fuad Sûltanî, û Simkoyê Şikak fêr bûne.

Me ala pîroz û hêza pêşmergeyên qareman û wêrek heye.

Eger mafyayên PKK’ê destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Rojhilata Kurdistanê de bikin, ji bo parastina welatê xwe emê bi hemû hêza xwe li dijî wan rawestin.

Ji ber ku şer û pevçûna bi wan re ne birakujîye, lê belê cehiş kuştine.

Tevgera Şoreşgerên Araratê

Roja 20ê Hezîrana 2025an