Îsraîlê şeş balafirgehên li Îranê kirin armanca êrîşê

Îsraîlê şeş balafirgehên li Îranê kirin armanca êrîşê

Îro 23.06.2025ê Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan şeş balafirgehên li Îranê kirine armanc û 15 balafir û helîkopter têkşikandine.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de got: “Şeş balafirgehên Îranê li rojava, rojhilat û navenda Îranê hatin hedefgirtin, di nav wan de balafir, metro, tankerek sotemeniyê û balafirên F-14, F-5 û AH-1 hebûn, ji kar hatin xistin.”

Artêşa Îsraîlê ragehand:  “Şiyana firînê li van balafirgehan hatiye astengkirin û şiyana hêza hewayî ya Îranê ya xebitandina li van balafirgehan bi tevahî felc bûye.”

Daxuyaniya ku di malpera RT ya Rûsyayê de hatiye belavkirin de Artêşa Îsraîlê aşkera kir: Di wan êrîşan de zêdetirî 15 balafirên şer û helîkopterên hêza hewayî li herêma Kirmaşan û çend cihên avêtina mûşekên erd-erd û depo hatin wêrankirin.”